Zêdetir ji hezar û 500 kes ji Rojava gihane Başûrê Kurdistanê
Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Koçê û Koçberan li wezaretê, Şakir Yasîn got piraniya wan penaberan ji ber sedemên abûrî û berdewamiya şer berê xwe dane Başûr.
Li gorî danayên fermî bi vî awayî hejmara giştî ya penaberên li Kurdistanê gihaye 246 hezar û 589 kesî.
Şakir Yasîn diyar kir ku ji sedî 61ê penaberên li Kurdistan li bajar û bajarokan, ji sedî 39ê wan jî li kempan dijîn.
Tevlî penaberên li parêzgeha Kerkûkê û devera Germiyanê, hejmara hemû penaberê li Başûrê Kurdistanê giha 2 milyopn û 250 hezarî.
