Sefîn Dizeyî: serdana şanda hikûmetê ji bo Rûsya serdaneka giring û serketî bû
Sefîn Dizeyî Peyvadarê Hikûmeta Herêmê li daxuyaniyekê ji bo melpera KRG, hevdîtina Serokwezîr Barzanî û berpirsên Rûsya û beşdarîkirin li Kombenda Abûriya Cîhanê giring daye zanîn.
Li civînan behsa hin pirsên siyasî, serbazî û abûrî hatekirin û bal kişandine ser berferehkirina têkiliyên abûrî navbera Rusiya û Herêma Kurdistanê, bi taybetî li sektora enerjiyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di yekem roj de digel Wezîrê Derveyê Rûsya Sergie Lavrov civiya.
Di Civînê de behsa têkiliyên bihêzên navbera Hewlêr û Moskoyê hatekirin, bi taybetî li sektorên abûrî, bazirganî, serbazî û dîlomasî, her wiha bal kişandine ser rewşa koçber û penaberan li Herêmê û pîdagirî li ser vê yekê kirin ku li ser têkiliyên dostane û alîkarî ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî berdewam dibin. Serokwezîr karên Kompaniya ya Gazprom Neft li Herêma Kurdistan giring nirxand û spasiya vemana wê li Herêma Kurdistanê kir, zêdebarê vê rewşa ku dever têde derbaz dibe. Her wiha hêvî xwest têkilî li warên abûrî, siyasî, kultûr û çandiniyê bihên berfirehkirin.
Her di yekem roj de, Serokwezîr Barzanî û şanda pê re degel Alexander Dyukov Serokê Kompaniya ya Gazprom Nefta Rûsya civiya.
Di civînê de pêdagirî li ser berdewamî û berfirehkirina çalakiyên sermaye dananê li warê petrol û enerjiyê li Herêma Kurdistanê hatekirin û Serokwezîr destxweşiya kar û çalakiyên kompaniyayê kir û amadeyî ya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hêsankarî nîşanda ku bibe sedema vê yekê sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê geşe bike.
Her di vê rojê de Nêçîrvan Barzanî li San Petersburg digel Wezîrê Enerjiya Rûsya Alexander Novak civiya.
Di civînê de pêdagirî li ser bihêzkirina têkiliyên dîrokî navbera Gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rûsya hatekirin û Serokwezîr amaje bi vê yekê da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştîvaniya hatina kompaniyaên Rusiyayê bo Herêma Kurdistnaê dike ji bo weberanîn li sektora enerjî û warên din, bi awayekê ku Herêma Kurdistanê bikare ezmûna Rusiya li wan waran bikar bîne.
Her di vê rojê de, Nêçîrvan Barxzanî li San Petersburgê beşdarê mersima nasandina pirtûka (Kurd siwarçakên Rojhilat) bû, ku ji aliyê Kompanya Gazpron Neft hatiye weşandin.
Pirtûk behsa dîrok, şoreş û serhildanên kurdan yên ji bona azadî û serxwebûnê dike û ronahiyê dixe ser tev aliyên jiyana civakî, kulturî, rewşenbîrî, edebî û hunerî û şerê dijî terorê ku îro pêşmergeyê Kurdistanê li dijî terorîstên DAÎŞ dike.
Çend beşên pirtûkê behsa pêşketinên abûrî, civakî û kulturî û jiyana îro ya Herêma Kurdistanê dike. Beşek taybet ji pirtûkê behsa têkeliyên navbera kurd û Rûsiyayê, her ji serdema şêx Ebdulselam Barzanî heta serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê û çûna Serok Mistefa Barzanî ji bo Soviyeta berê û heya digehe têkeliyên nihayên abûrî, bazirganî û siyasiyên îro di navbera Rûsiya û Herêma Kurdistanê de dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyvekê de xuyakir çapkirina vê pirtûkê û amadekirina fîlm nîşaneya xemxoriya Rusiyayê ye ji bo têkiliyên digel Herêma Kurdistanê.
Di roja duyem de, Nêçîrvan Barzanî serdana Enstîtuya Rojhilatnasiya Rûsya li San Petersburgê kir û ji aliyê Serok û Desteya Reveberiya Enstîtuyê pêşwazî jê re hate kirin.
Serokwezîr serdana pişka kurdî kir û di nava hemû destnivîs û erşîvên dewlemendên wê geriya ku behsa Kurd û Kurdistanê û kurdnasiyê dikin û gelek destnivîs û belgeyên bi beha li ser dîroka Kurd û Kurdistanê hate nivîsandin. Her wiha serdana beşên din û dîkomênt û belgeyên dîrokiyên bi beha û nexşe û destnivîsên kevin kir û ji nêz ve haydarê dîroka enstîtuyê û çawaniya karkirin û berhemên vê li ser zarê rêveber û tîma enstîtuyê bû.
Serokwezîr di deftera bîranînên enstîtuyê de nivîsî û hêviya berdewambûn û serketinê ji bo rêveber û tîma rêveberiya Enstîtuya Rojhilatnasiyê li San Petersburgê xwest.
Her di vê serdanê de, Serokwezîr digel Yevgeniya Vasilyeva akademiya Rûsya civiya, ku serperstiya piraniya bawenameyêm macister û doktorayên xwendekarên kurd kiriye, her ji salên pêş nîveya yekema sedsala borî heya salên vê dawiyê. Serokwezîr bi fermî daxwaz jê kir serdana Herêma Kurdistanê bike.
Li dawîn wêstgeha xwe, Nêçîrvan Barzanî tevî Alantîna Matvêyênko seroka Senata Rûsya civiya.
Di civînê de Matvêyênko alîkariya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê nîşanda ji bo çareserkirina qeyrana darayî û amaje bi vê yekê da ku piştî serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Rûsya di sala 2013 de, têkiliyên navbera her du aliyan gehişta qoanaxeke nû û hêvî xwest serdana şandeyên her du aliyan zêdetir bibin ku karkirina kompaniya Gazprom li Herêma Kurdistanê bi piştgiriya biryara siyasiya Rûsya bûye.
Serokwezîr pêdagirî li ser vê yekê kir ku li dema niha û pêşerojê, Herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi pêgeha rusiyayê dide û hêvî xwest hêla hatin û çûna hewayî navbera Hewlêr û moskoyê bihê vekirin, ji bo vê yekê bazirgan û bizinsman û welatiyên her du aliyan bikar bînin.
Her wiha behsa rewşa Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên şerê dijî DAIŞê û qeyrana darayî û pirsrgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û pabendbûna herêmê ji bo çareserkirina pirsgirêkên tevî Bexdayê bi riya diyalogê nîşanda.
