Partiya Dawa piştevaniya xwe jibo serxwebûna Kurdistanê ragehand
Parlementara Iraqî ser bi Hevpeymaniya Malikî ve di daxuyaniyek rojnamevanî de ragehand ku, hevpeymaniya wan piştevaniya dabeşbûna Iraqê û Serxwebûna Kurdistanê dike, lêbelê piştî ku Iraqê bi temamî ji DAIŞê were rizgar kirin.
Navboriyê got: “Bexda dûrî êrîşên DAIŞê û gefên wê ye û kar dike jibo çakirina pêwendiyên xwe yên navdewletî.”
Herwiha got: “DAIŞê dê bişkê, pêwîste Iraq jî jibo 3 dirawseyên cuda Şîe, Sunne û Kurd were dabeş kirin, jibo xwînek ji wilo bêhtir neyê rijandin û hemû pirsgirêk jî werin çareser kirin.”
Navboriyê eşkere jî kir ku, pêkhateyên Iraqê nema baweriya wan bi pêkvejiyanê tê û nema krin di bin yek sîstemî de ligel hev bijîn û got: “Em piştevaniya pirojeya serxwebûna Kurdistanê dikin.”
Basnews
