Amerîka: Tirkiye jî li Operasyona Minbicê beşdar e
Antony Blinken ji televizyona CNN Turk re got: "Ya rastî, li Minbicê em bi hev re dişixulin. Ev operasyoneke gelekî girîng e. Beşekî sînorê Tirkiyê û Sûriyê di destê DAIŞê de ye. Ji vê hêla vê ev operasyon gelekî serkeftî birêve diçe û hevkarî û hemahengiyeke tam di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye."
Blinken duh bi serdaneke resmî gihabû Tirkiyê.
Liser pirsekê din ku Serokê Amerîkayê Barack Obama ji Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan re gotiye piştî Minbic rizgar bû hêzên kurd ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dê ji bajêr vekişin, Blinken got:
"Em li Sûriyê bi şêweyekî giştî bi hêzên ereb re dişixulin. Û helber wekî her car dibêjim berjewendiye me ya hevkar bi Tirkiyê re têkbirina DAIŞê ye ku divê em demildest pêk bînin. Dema ev xetere ji holê hate rakirin, rewşa ewlehiya me û ya Tirkiyê jî dê baştir bibe."
Blinken bal kişande ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike.
Yekparçeyiya xaka Sûriyê
Derbarê ragihandina federaliyê ji aliyê kurdan ve li Rojavayê Kurdistanê, Blinken got: "Em piştgiriya hewlên guherandina sirûşta Sûriyê nakin. Em alîgirê yekparçeyiya xaka Sûriyê ne."
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkî, Blinken liser rewşa Bakurê Kurdistanê bang li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku çek dayne û vegere giftûgoyên aştiyê digel Dewleta Tirk.
Blinken duh bi Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim û Wezîrê Derve Mevlut Cavusoglu re civîyabû.
Operasyona Şehîd Leyla
Operasyona Şehîd Ebu Leyla ji bo rizgarkirina Minbicê bi pêşengiya YPG û HSDê, bi piştevaniya asmanî ya firokeyên şer ên hevpeymaniya navneteweyî û hêzên taybet ên Amerîkî û Fransî yekem roja meha Hezîranê destpê kiribû.
Ji wê demê ve hêzên kurd û hevalbendên wan ên ereb ji bi dehan gund li rojavayê Çemê Feratê rizgar kirine û Minbic bi temamî dorpêç kiriye.
Minbicê ku pirranî ji Kurd û Ereban pêk tê beriya Şerê Navxweyî yê Sûriyê xwedî nifûseke dora 100 hezarî bû û dikeve 30 kîlometre rojavayê Çemê Feratê li Kantona Kobaniyê.
Rudaw
