Hêzên Tirkiyê 8 penaberên Sûrî kuştin
Rewangeha Mafên Mirov li Sûriyê eşkere kir, komek penaberên Sûrî ku ji gundê Xirbe Cûz li devera Cisir Şixûrê ya bajarê Idlibê ber bi sînorê Tirkiyê ve diçûn, rastî êrişa hêzên Tirkiyê hatin.
Li gorî agahiyên wê saziya sivîl, di encama wê êrişê de 8 penaber hatin kuştin, hinek jî birîndar bûn. Hat gotin di nav kuştiyan de 4 jin û 3 zarok hene.
Basnews
