• Sunday, 22 February 2026
logo

Plana azadkirina Mûsilê tê gotubêj kirin

Plana azadkirina Mûsilê tê gotubêj kirin
Hinartîyê taybetê Barak Obama, di hevpeymanîya navdewletî ya dijî Daişê da ragîhand; di demê 72 saetên bê da dê plana azadkirina Mûsilê bê gotubêj kirin, ev hevdeme ku qonaxa duwê ya rizgarkirina Neynewa destpêkirîye.

Brêt Mekgork, hinartîyê taybetê Barak Obama, di hepvemanîya dijî Daişê da ragîhand; 72 saetên bê li Îraqê bimîne û dê gotubêjan li dor plana azadkirina Mûsilê bike û aşkere kirîye; her bo vê meremê jî ew niha li Îraqê ye.

Hevdem hêzên Îraqî îro destpêkirina qonaxa duwê ya operasyona rizgarkirina parêzgeha Neynewa ragîhand, lê Mekgork çi zanyarîyeka din derbarê kombûnên xwe di gel serkirdên Îraqê aşkere nekirin.

War.tv
Top