Kurdistan beşdarî kongreya Îsraîl-Almanya di be
Di roja yekê û di destpêka kongreyê, di salona mezin de wê hin peyam werin xwendin ji wan jî peyva Kurdistanê wê ciyeke taybet hebe ku ji aliyê polîtîkvan Sero Qadir ve wê were pêşkêşkirin, herwisa peyva komeleya dostaniya Kurdistan-Îsraîl ( KIFA )jî wê were xwendin.
Di salona taybet bo kurdan ku bername wê di seat 12an de destpê bike, wê hin gotar bên xwendin di asta hikûmeta Kurdistanê taybet rêveberiyên Êzdiya, Mesîhiyan û Musilmanan ji wezareta ewqafê û hin kesayetiyên navdar jî beşdarin.
Herwisa wê di beşa Hunerî de hunermendan ( Zêrevan Lezgî, Serdar Mexmurî, Mêhvan Alkîşkî, Rizgar Ozkan, Rebah Temer û Rênas ) hunera kurdî bi stran û mûzîk pêşkêş bikin.
Di roja duyê de ku taybete liser rewşa dawî, şerê terorê û qehremaniya hêza Pêşmerge wê bi sê rûniştinan, navbera şanda Kurdistan ligel aliyê Îsraîl û Almanya wêre encamdan, herwisa rûniştinek taybet liser pêşveçûyina hûner û çanda kurdî jî wê hebe, di hemû rûniştinan de piştî nîqaşan wê pirs û bersiv jî hebin di navbera beşdar û amadevanan de.
Hêjayî gotinê ye kurdan di kongreya 4an de ji sedî 27ê bernameyê ji xwere tomar kiriye û wê giringiyeke taybet bi Kurdistanê bê dayîn.
Basnews
