Îran: Siûdî û Îsraîl li pişt PDKÎ ne
Li gorî çapemeniya Îranê, Hezretpûr dibêje "dolarên petrola" Erebistana Siûdî li pişt PDKÎyê ne û divê herwiha bersiva Herêma Kurdistanê "ji bo şandina terorîstan bi nav xaka Komara Îslamî ve" bê dayîn.
Vê heftiyê li deverên derdora bajarên Şino û Pîranşarê di navbera pêşmergeyên PDKÎyê û Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê de şer rû da ku têde herî kêm 20 ji hêzên Îranê hatibûn kuştin û herî kêm 5 pêşmerge şehîd bûbûn.
Duh jî herwiha li gundê Nistan ê Serdeşt şer û pevçûn derket û ser vê yekê artêşa Îranê ji Bokan û Mehabadê dest bi topbarankirina deverên çiyayî yên Serdeşt kir.
Hezretpûr got: "Me agahiyên kûr hene ku vê dawiyê berpirsên Siûdî hatûçoya Herêma Kurdistanê dikin û mebesta wan têkbirina aramiya bakurê rojavayê Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) ye.
Çi dijminê Komara Îslamî êrîş bike bila bizanin ku em dê çiyayên Azerbaycana Xerbî (Parêzgeha Ormiyê) ji wan re dikin goristan."
"Mirin ji Îsraîlê re"
Pêr wekî li ser televizyona Îranê hatî dîtin, beşdarvanên rêwresma cenazeyê cîgirê fermandeyê Pasevanên Şoreşa Îslamî li Şino, Hacî Semed Bostanî ku di şerê li devera Nelûs a Şino de ji aliyê pêşmergeyên PDKÎyê ve hatibû kuştin, dirûşmên "mirin ji Îsraîlê, mirin ji Amerîkayê re" bilind kirin.
Ji bilî Hezretpûr, parlamentarekî din ê Ormiyê di Encûmena Şûraya Îslamî de, Nadir Qadîpûr got divê di zûtirîn dem de, wezaretên derve, agahî û berevaniyê peywendî bi Herêma Kurdistanê re bikin û bipirsin ka çima "terorîstan dişîne nav xaka Îranê."
Li ser van gotinan, endamê Deftera Siyasî ya PDKÎyê, Rustem Cehangîrî tometên Îran li aliyên sêyem dike red kirin û ji Rûdawê re got: "Em plana xwe karûbarên xwe dadirêjin."
Rudaw
