Hevşaredarê Amedê ji Erdogan re: Em bi îradeya gel hatine
Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan roja Înê şaredariyên ku di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de ne bi arîkariya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tometbar kiribûn û ragihandibû ku hikûmet dê wan şaredariyan ji destê DBPê derxîne.
Liser gotinên Erdogan, Firat Anli yê Amedê ji Rûdawê re got: "Çawa serokwezîr, serokomar û hikûmet bi hilbijartinê, bi dengdayînê hatine ser kar şaredariyên me jî bi hilbijartinê, bi dengdayînê hatine ser kar."
Anli bal kişande ser encamên hilbijartinên Parlamentoyê yên Mijdara 2015an ku Partiya Demokratîk a Gelan li parêzgeha Amedê sedî 72yê dengan standibû û got divê hikûmeta Tirkiyê ku bi îradeya gel hatiye hilbijartin bizane ku "em jî bi îradeya gel hatine ser karê xwe."
Firat Anli digel Gultan Kişanak wekî namzetên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di hilbijartinên herêmî yên 2014an de bi ji sedî 55ê dengên niştecihên parêzgeha Amedê bûbûne hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê.
Anli bawer dike ku gefa Serokomarê Tirkiyê liser şaredariyan girêdayî şer û pevçûnên vê dawiyê yê navbera hêzên Dewleta Tirkiyê û PKKê ne.
Berê jî ber bi dawiya sala 2015an ve, hem Serokoma Erdogan hem jî Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu behsa destdanîna ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê kiribûn.
Rudaw
