Siza zindana hetahetayî li ser Mihemed Mursî hate pesend kirin
Dadgeha Tawanên Qahîra paytexta welatê Misir, li Akadîmiya Polîs li Qahîra kombibû, sizaya zindana hetahetayî li ser Mihemed Mursî pesend kir, herwiha biryara bidarvekirina çend kesên din bi tuhmeta sîxorî bo Qeter û firoştina dêkomtên asayişa neteweyî bo kenala Aljazeera da.
Kesayetiyên ku biryara bidarvekirina wan hatiye dan evin: (Ehmed Ebde Efîfî, Mihemed Geylanî, Ehmed Isamîl, Esma Mihemed Xetîb, Ela Omer û IberahîmHîlal.)
Di heman demê biryara siza kirina zindankirina heta 15 salan bi ser 5 kesên din ve hate pesend kirin.
Dawakirya Giştî ya Misir tuhmetên destbiser kirina nehêniyên dewletê, dizîna dêkomêntan ji aliyê serweriya welat û girêdayî asayiaş neteweyî û radest kirina wan jibo welatên biyanî arasteyî Mursî û tawanbarên din kiribû.
Basnews
