'Qedexeya li ser Ocalan radibe – Birayê Ocalan diçe Îmraliyê'
Li gor rojnameya Cumhuriyet ya Tirkiyê, di Cejna Remezanê de malbata Abdullah Ocalan dê serdana wî bikin.
Birayê Ocalan, Mihemed Ocalan jî gotiye, dê bi boneya Cejna Remezanê weke malbat, ji bo dîtina Ocalan, serlêdan bikin.
Herwiha tê gotin ku dê di nîvê meha Tîrmehê de destûr bê dayîn ku Mihemed Ocalan biçe Îmraliyê û behsa wê yekê tê kirin ku Ocalan dê bi riya birayê xwe peyamekê bide raya giştî.
Bi têkçûna proseya aştiyê û destpêkirina şer û pevçûnan di navbera PKK û dewletê de, êdî destûr nehat dayîn şandên HDPê û malbata Ocalan serdana wî bikin.
Rêberê PKKê herî dawî 6ê Nîsana 2014an di Cejna Qurbanê de malbata xwe dîtibû. Şanda HDPê jî herî dawîn 6ê Nîsana 2015an çûbû Îmraliyê.
Basnews
