Nûnerekî PYDê jî tevlî şerê Gorranê yê li dijî PDKê bû!
Piştî ku dadgeha Hewlêrê fermana girtina kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa da, Gorranê bi rêya medyayê şer li dijî PDKê ragihand.
Nûnerê Kurdistana Rojava li Başûr, Şêrzad Êzîdî jî duh bi rêya televîzyona fermî ya Gorranê, KNN, êrişî PDKê û Barzanî kiribû.
Çavdêrê siyasî Niyaz Hacî li ser vê yekê ji BasNewsê re got, ev tê wê wateyê ku Gorran nûnerên PYDê li dijî PDKê bikar tîne. Wê çaxê yan haya PYDê ji vê yekê nîne yan jî, ew jî pişta Gorranê digirin.
Lê nûnerê kantonên Rojava li bajarê Silêmaniyê, Fethullah Husênî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, ez nikarim li ser vê mijarê tiştekî bêjim. Li mirov dikare ji Şêrzad Êzîdî bipirse ka çima wisa kirye. Divê em nebin beşek ji nakokiyên partiyên Başûrî, em li vir tenê nûnertiyê dikin. Eger em bixwazin tiştekî wisa bikin jî emê bi rêya malper û televîzyona xwe ya fermî bikin. Ji ber wê jî gotinên Şêrzad Êzîdî ne helwesta me ya fermî ye.
Basnews
