• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Ti encamek ji fedralîzimê der neket

Mesrûr Barzanî: Ti encamek ji fedralîzimê der neket
Mesrûr Barzanî dibêje ti encamek ji fedralîzimê li Îraqê de der neket.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel ajansa Reuters eşkere kir ku li Îraqê de ti encamek ji fedralîzimê der neket lewre lazime an bi temamî Îraq were dabeşkirin anjî di navbera Kurd, sune û şîiyan de konfedralîzim were çêkirin ku her yek paytexta xwe hebe û ti paytextek li sereveya ewin din nebe.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya hevpeyvîna han de eşkere kiriye ku asta bê baweriyê li Îraqê de gehêşte astek ku pêkhateyên Îraqê nikarin di bin yek banî de bhevre bimînin lewre lazime li wan deveran de ku sune piraniya şêniyên wan pêk tînin ew bijarde ji wan re were dayîn daku biryara xwe bidin.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de aniye ziman ku ev pêşniyara han çareseriye lê ne bi vê wateyê ye ku pêkhateyên Îraqê di bin yek banî de bihevre bijîn belkû dikarin bibin du cîranên baş ji hev re û dema bawer bi vê yekê kirin ku pêşerojeke wan ya geş heye vê demê dikarin dest bi hevkarî û hemahengî li gel hevûdu bikin.

Barzanî di dirêjahiya hevpeyvîna han de tekez li ser vê yekê kiriye ku welatiyên sune bi vê yekê hesiyane ku ji aliyê şîiyan ve tên perawêzxistin û ew yek jî bûye derfetek daku DIŞI bikarêbe li Îraq û Sûriyayê de deverên wan kontrol bike.

Derbarê pêşerojê Mûsilê de jî Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku lazime beriya her tiştekî pêkhateyên Mûsilê li ser pêvajoya Mûsilê ya li piştî DIŞIê lihev bikin û çawetiya îdare kirina Mûsilê piştî azad kirinê xwedan girîngiyeke gelek taybete û eger piştî azad kirinê li vê bajarê de boşatiyek çê bibe vê mimkune bibe karesateke din.
Top