• Saturday, 21 February 2026
logo

Pêşmerge hêrişek a çekdar ên Daişê têkşikand li derdorê Xurmatû

Pêşmerge hêrişek a çekdar ên Daişê têkşikand li derdorê Xurmatû
Her çar gund ên: Bîr Ehemed mezin,bîrehmed ê biçûk, Ebûd û Zencelî li başûr a Xurmatû ku li jêr kontirol a çekdar ên Heşd a Şeibî de bûn, ji alî yê Daişê ve hatin girtin.

Şerr di navber çekdar ên Heşd a Şeibî û Daişê çêbû li rojaava ya xurmatû û li gor zanyarîyan eqîd Mistefa Amirlî, rêvebr ê polîs ên Xûrmatû û cêgir ê Wî hatîne kuştin.

Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand: çekdar ên raêkxistî ya Daişê bi rê ya otombîl ên bombkirî hêrişkirin ser wan gundan û Heşd a Şeibç naçar kirin ber bi paşve vekişin.

Herweha emîd Sebah femandar ê lîwa ya 6, bi Kurdistan 24 ragehand: Piştî ku Daişê ew çar gund kontirol kirin û gurzek li polîs ên Fidral dan, araste ya xwe guhertin ber bi çeper ên me Pêşmergeyan hatin.

Herweha got: berê ew gund ji alî yên Pêşmergean ve hatibûn rizgarkirin lê dûv re ew polîs û hêz ên Îraqî çûne di nav wan gundan de û em hatîn sinûr ê Zerge û Îlêwe.

Li ser hêriş a daişê bo ser çeper ên Pêşmege got: Wan hêzek amade kiribû ku piûştî ji wan gundan temam bibin, ew hêz hêriş a me Pêşmerge bikin. Di yek dem de li 24 rebî yên dan û şerrek tund çê bû ûdi encam de hêriş a wan hat têkşikandin ji alîyê hêz a Pêşmerge.

Herweha got zîyan hêz a Pêşmerge: Dû şehîd û 36 birîndar bûn û tekez kir ku ewan dikarî wan ji wan gundan biderxînin lê ji bo ku polsên fidral daxwaz ji wan kirin ku ew dê evî karî bikin, wan waz hîna.

K24
Top