• Saturday, 21 February 2026
logo

Rusiya dixwaze di warê enerjiyê de zêdetir alîkariya Kurdistanê bike

Rusiya dixwaze di warê enerjiyê de zêdetir alîkariya Kurdistanê bike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya bo Rusiyayê de, êvariya roja 16.06.2016ê li bajarê Sankt-Petersborg digel Eleksende Novak wezîrê enerjiyê yê hikûmeta Rusiyayê civiya.

Wezîrê enerjiya Rusiyayê, kêfxweşiya xwe li hember serdana serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Rusiyayê nîşan da û tekîd kir ku, pêdviye ew têkeliyên dêrînên di navbera xelk û hikûmeta Herêma Kurdistan û Rusiyayê de hene xuertir û berfirehtir bibin û sipasiya şandeya Herêma Kuridstanê kir ku di Foruma êkonomiya cîhanê li Sankt-Petersborg de beşdar bûn.

Novak got ku dikare paşeroja enerjiyê û warên din li Herêma Kuridstanê zêdetir bên geş û pêşxistin û Rusiya dixwaze kompaniyên wê beşdariyê di pêşxistina warê enerjîyê li Herêma Kurdistnê bike û dikare di warê civakî û di warên din jî de, ji bona xizmetkirina civaka Kurdistanê, rola xwe bilîze.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya wê pêşwaziya gerêma lê hatiye kirin kir û behsa têkeliyên dêrînên navbera Kurdistan û Rusiyayê kir û kêfxweşiya xwe li hember wan têkeliyên baş nîşan da got ku, dikare ew têkelî di gelek waran de bên pêşxistin.

Serokwezîr behsa rewşa Kurdistanê, kirîza êkonomî, şerê dijî terorîstên DAÎŞê û hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bo Herêma Kurdistanê kir û di vî warî de sipasiya hikûmeta rusî kir ku hevkariya pêşmergeyê Kuridstanê dike.
Barzanî di axavtina xwe de tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiyê li hatina şirket û kompaniyên rusî bo Hrêma Kurdistanê, bi armanca berhemanînê di warê enerjî û warên din de dike bi awayekî ku, Herêma Kurdistanê bikare mifay ji tecrûbeya Rusiyayê ya di ware enerjiyê de werbigire.

Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, tevî rewşa dijwara deverê, kompaniya Gazorom a rusî li Herêma Kurdistanê li ser karê xwe berdewame û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî alîkariya jê re dike ku karên xwe li herêma Kurdistanê baştir û berfirehtir bike.

Top