“Pilanekî metirsîdar jibo dijatiya Barzanî û jibo dabeş kirina Herêma Kurdistanê heye”
Parlementarê Kurd li ser lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexda Dr. Erefat Kerem ji basNews re ragehand: “Em berdewam dibêjin Iraqê dê dabeş bibe, lêbelê heger hişyar nebin, berî dabeşbûna Iraqê eger heye ku Kurdistana Başûr were dabeş kirin, jiber pilanek metirsîdar heye bi serperştî û alîkariya welatên dirawsê û bi alîkariya Bexda jibo dabeş kirina Kurdistana Başûr, hin aliyên siyasî jî ev yek xewna wan e, jiber bi vî şêweyî dixwazin dijayetiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bikin jibo serxwebûna Kurdistanê têkbiçe.”
Navborî got: “Ez dilrastim ku xelkê Kurdistanê vê xiyanetê qebûl nakin, jibe rev sivkayetî ye bi xwîna şehîdan, rêznegritin û sivkayetî bi xebata Pêşmergeyên qehremane ku jibo parastina Kurd û Kurdistanê dicengin.”
Basnews
