• Saturday, 21 February 2026
logo

Îraqê: Cara yekê hêzên Amerîka pişikdarî şerê peyade bûn

Îraqê: Cara yekê hêzên Amerîka pişikdarî şerê peyade bûn
Hêzeka Amerîka bi hevkarî li gel hêzên Îraqî, îro pişikdarî di êrîşeka peyade da kir bo ser bingehekê Daişê li bakurê Mûsilê.

Jêderekê pêşmerge bo ajansa Skay News ya Erebî gotîye: bo yekemîn car hêzeka Amerîka ya peyade pişikdarî li gel hêzeka Îraqî kir bo êrişkirina ser bingehekê Daişê li bakurê Mûsilê.

Da zanîn jî: hêzên peyade yên Amerîka bi tank û debabe û topan hevkarîya hêzên Îraqî kirîye.

Hêzên Îraqî bi hevkarîya frokeyên hevpeymanan, ji heftîya borî dest bi êrîşên dijwar kirîye li ser bingehên Daişê li bakurê Mûsilê.

War.tv
Top