• Saturday, 21 February 2026
logo

Gotinên Salih Muslim gumanan li ser PKKê zêde dike

Gotinên Salih Muslim gumanan li ser PKKê zêde dike
Ji ber helwêstê dijî serxwebûna Kurdistanê, nivîskar û lêkolînvanê siyasî rexneyên tund li hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD)ê kir û diyar kir ew gotinane guman li ser PKKê zêde dikin.

Piştî hevserokê PYDê Salih Muslim ragehand, ew ne li gel serxwebûna Kurdistanê ne û modelê dewleta netewî derbasbûye û hêviyên kurd tenê vegera Bexdayê ye, lêkolînvanê siyasî Soran Sêwkanî di tora xwe ya civakî facebookê de diyar kir: ‘’Ez naha jî tênagehim PKK xwedî çi îdeolojiyekê ye? Sîh sale ji bo Kurdistana mezin şer dikin, xwe wek xwediyê çar parçê Kurdistanê pênase dikin, hemû partiyên din wek xiyanetkar û cehş dizanin.’’ Herwaha diyar kir: ‘’Hema hin dizanî çi derdikeve, xwe wek dijî serxwebûna Kurdistanê aşkera dike, erê Salih Muslim tû jî!’’

Li ser gotinên Salih Muslim duh endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnîn jî ji BasNewsê re ragehand; gelek gazindên wan ji YNKê hene, ku bêdengiyê li hember gotinên hevserokê PYDê nîşan didin û Salih Muslim wan gotinan li gel wan dike.

Basnews
Top