Dîsa di navbera pêşmergeyên Rojhilatî û pasdarên Îranê de şer derket
Li gorî agahiyên ku li bajarê Şino ketine destê BasNewsê, piştî şerê duh, îro danê sibê dîsa şer di navbera pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û pasdarên Îranê de derketiye.
Hat gotin ku pasdarên Îranê wê deverê didin ber topan. Derheqê rewşa şer de, endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ, Kawe Behramî ji BasNewsê re got, di şerê duh de tiştek bi pêşmergeyên me nehat. Bi qasî ku em dizanin şer dîsa dest pê kiriye lê agahiyên berfireh hîn negihîştine destê me.
Wî fermandeyê PDKÎ anî ziman ku ji ber topbaranê, 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û çend mal jî hatine rûxandin.
Li gorî agahiyan, pasdarên Îranê gundên Hesen Nûran û Qereqeselê yên Şino didin ber topan û hêzek mezin rijandine dora wan gundan.
Çavkaniyên nêzîkî PDKÎ dibêjin, di şerê duh de herî kêm 11 pasdar hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne, di nav wan de pasdarên kurd jî hene.
Basnews
