Barzanî bi vexwandinek fermî çû Rûsya
Bîstemîn Korbenda Aboriya Navdewletî bi beşdariya hejmarek ji serkirdeyên welatên cîhanê û pisporên aboriyê li bajarê Saint Petersburg ê Rûsya tê lidarxistin û şandeke Başûrê Kurdistanê jî bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi mebesta beşdarbûn di vê korbendê de û li ser daxwaza fermî ya Rûsya serdana wî welatî kiriye.
Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê, Samî Ergorşî li bajarê Saint Petersburg ê Rûsya ji Rûdawê re ragihand: “Roja pênşemî 16ê Hezîranê bîstemîn Korbenda Aborî li bajarê Saint Petersburg ê Rûsya dest pê dike. Şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî gihîştiye Rûsya, daku di vê korbendê de beşdar bibe.”
Samî Ergoşî herwiha got, di kevana vê Korbenda Aborî de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokê Parlamentoya Rûsya, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Serokê Şîrketa Gazprom a Rûsya Alexey Miller re hevdîtinan pêk bîne.
Ergorşî tekez kir: “Beşdarîkirina Serokwezîr Barzanî li ser vexwandina fermî ya Rûsya ye.”
Rudaw
