Almanya leşkerên xwe şand Rojavayê Kurdistanê
Li gorî nûçeya malpera Sputnik a Rûsya, çend yekîneyên leşkerî yên Artêşa Almanya li bakurê Sûriyê hatine bicihkirin.
Li gorî vê nûçeyê, leşkerên Almanya bo alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de bo bakurê Sûriyê hatine birêkirin.
Herwiha Sputnikê ji zarê çavkaniyên xwecihî yên li Sûriyê ragihandiye, ku leşkerên almanî li nêzîkî bajarê Minbicê yê li rojavayê Çemê Firatê bicih bûne, da ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de alîkariyan bidin şervanên HSDê.
Li gorî heman çavkaniyê, erkê leşkerên almanî çêkirina pêwendî û hevrêzî di navbera hêzên bejayî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, şerê nav bajêran, rakirin û pûçkirina mînan û şêwirên leşkerî bo hêzên bejayî bo pêşketina li ser erdê ye.
Pêştir Amerîkayê leşkerên xwe bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û HSDê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bicih kiribû. Berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Reqa û Minbicê jî Amerîkayê hejmara leşkerên xwe yên li bakurê Sûriyê bo 500 leşkerî zêde kiribû.
Niha leşkerên Amerîkayê di operasyona rizgarkirina Minbicê de beşdar in û alîkariyê didin şervanên HSDê.
Herwiha çend roj berî niha hatibû ragihandin, ku leşkerên Fransa jî bo piştevaniya YPGê û HSDê û ji bo alîkariyê bidin operasyonên rizgarkirina Reqa û Minbicê, gihîştine Rojavayê Kurdistanê û li Kobanî bicih bûne.
Pêştir Fransa bi awayekê fermî ragihandibû, ku ew dê bo alîkarîkirina hêzên xwecihî di şerê li dijî DAIŞê de hejmarek leşkerên xwe bişînin bakurê Sûriyê.
Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, derdora 150 leşkerên Fransa derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Rudaw
