• Saturday, 21 February 2026
logo

Rojnamegerekî Îspanî pirtûkek derbarê Kurdistanê de weşand

Rojnamegerekî Îspanî pirtûkek derbarê Kurdistanê de weşand
Rojnameger û nivîskarê Ispanî pirtûkek derbarê Kurdistan û Kurd de weşand.

Nivîskar û Rojnamegerê navdar yê Ispanî Manuel Martorell pirtûka xwe ya nû a bi navê serdema Kurd belav kir.

Nivîskar di pirtûka han de behsa qehremanî û jêhatî bûna Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê kiriye û aniye ziman ku Kurd hem li Başûr û him jî li Rojavayê Kurdistanê gelek bi jêhatî û qehremanî şerê dijî hovanetirîn terorîstên dîroka cîhanê dikin.

Nivîskar herwiha behsa vê yekê kiriye ku serdema nû serdema Kurd û Kurdistanê ye û lazime civaka cîhanî jî piştgîriya mafên gelê Kurd bike.
Top