• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel komîteyên çaksaziyê civiya

Serok Barzanî li gel komîteyên çaksaziyê civiya
Serok Barzanî li gel komîteyên çaksazî yên PDKê civiya.

Duh Serok Barzanî bi mebesta giftûgo kirin li ser pêşniyar û nêrînên endam û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê derbarê prosesa çaksaziyên nava partiya demokrata Kurdistanê de li gel her heft komîteyên çaksazî yên ku hatibûn damezrandin civiya.

Di civîna han de ev nêrîn û pêşniyarên ku ji aliyên endam û alîgirên PDKê ve ji komîteyan re hatibûn pêşkêşkirin hatine nirxandin.

Tê payîn ku piştî bi dawî hatina civînê derbarê vê civînê de daxuyaniyek were weşandin.

Weke tê zanîn beriya çend mehan bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serokatiya PDKê civiya bû û bo pêk anîna guhertin û çaksaziyan di nava PDKê de çendîn komîte hatibûn damezrandin û ev komîteyên han jî di çarçoveya prosesa han de raportên xwe amade kirine.
Top