• Saturday, 21 February 2026
logo

Hikûmeta Herêmê û Amerîka li ser mêkanîzma parvekirina alîkariyan rêketin

Hikûmeta Herêmê û Amerîka li ser mêkanîzma parvekirina alîkariyan rêketin
Roja Sêşem 14-6-2016 Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê pêşwaziya şandeka serbaziya Amerîkayê kir, ji bo behskirina şerê dijî terorê û alîkariyên serbaziyên Amerîka ji bo Pêşmerge. Civîn bi amadebûna Kerîm Sencarî Wezîrê Navxwe, Wezîrê Pêşmerge bi wekalet, Raber Sidîq Wezîrê Darayî bi wekalet û Ferîq Cebar Yawer Emîndarê Giştiyê Wezareta Pêşmerge rêveçû.

Cîgirê Serokwezîr, pesna beşdarîkirina hevpeymanan û alîkariyên wan ji bo Pêşmerge kir û xuyakir bi alîkariya Amerîka û hevpeymanan sedan kîlometir ji terorîstên DAIŞ hatiye paqijkirin û tûşê şikistê kirine.

Her wiha behsa rewşa aboriya hêzên emniyên Herêma Kurdistanê kir û ragihand zêdebarê kirîza darayî ku hembêza Herêma Kurdistanê girtiye, me karî ye, eger bi deyin jî be, mûçeyên hêzên emnî bê paşket kirin bidin.

Derbarê alîkariyên Amerîka û çawaniya bi kar anînê jî xuyakir şefafiyet ji bo vê pirsê ji bo amerîkayê çend giring be, ji bo me du beramber giring e, ji ber ku eger em şefaf nebîn, eva xedir ji şehîd û pêşmergehên xwe dikin ku canê xwe ji bo welat gorî kirine, em dixwazin aliyê Amerîkayî li pirosêsa parvekirina alîkariyan amade bibe.

Her wiha got wek hikûmet hemû hewlên xwe didin ji bo serxistina pilana reforma gişt alî.

Şanda mêvan pesna egîdiya Pêşmerge da û xuyakir Amerîka soza xwe derbarê alîkariya Pêşmerge bi cih tîne û berdewam dibe. Li dîv re li ser mêkanîzmeka jêhat ji bo çawaniya parvekirina alîkariyên Amerîka ji bo Pêşmerge rêketin.

Alîkariyên Amerîka ji bo Hêzên Pêşmerge piştî vê yekê dêt, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hewldan û dawîn hewla hikûmetê, serdana Cîgirê Serokwezîr bo Amerîkayê bû, ku paşan li ser zarê Wezîrê Berevaniya Amerîka şandina alîkarî bi fermî hate ragihandin.

Top