• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: Em ti car rê nadin li bakur a Sûriyayê xweseriyek cuda hebe

Erdogan: Em ti car rê nadin li bakur a Sûriyayê xweseriyek cuda hebe
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan got, ew tu carê destûr nadin ku li bakurê Sûriyê xweseriyek cuda hebe û bi hemû derfetên xwe dijî vê dê rawestin.

Erdogan, di Koşka Serokomariye de bi parlamenterên AK Partiyê re bo fitarê hat ba hev û da xuyakirin, ewê kêmasiyên xwe temam bikin û li hundir û derve têkoşîna xwe bibiryar berdewam bikin û kulma hesin li terorê bidin.

Erdogan got, ew destûr nadin ku, li bakurê Sûriyê tiştêk ku bo pêşeroja dewlet û miletê xeter be were damezrandin û bi hemû derfetên siyasî, dîplomatîk û serbazî li dijî vê dê rawestin. Erdogan got, kî be bila be, ew wek Tirkiyê nahêlin ku li bakurê Sûriyê tiştek wiha bê avakirin.

K24
Top