Amerîka ji karên Heşdî Şeibî pir nîgeran e
Di çend raportên cuda de Netewên Yekgirtî(NY) û rêxistinên mafê mirov çekdarên Heşdî Şeibî tometbar dikin ku binpêkirina maf li hember hemweltiyên li Fellûce pêkanîne û çend kesek jî danî ne ku ji aliyên çekdarên Iraqî ve tometê DAIŞîbûnê li ser hatiye ferz kirin.
Gotûbêjê wezareta derve yê Amerîkayê Mark Toner di konferanseke rojnamevanîde balkêşa ser zanyariyên dawiyên û raportên li ser girtin û îşkence kirina hemwelatiyên Sunneyên li bajarokê Fellûce ye Iraqê ragehand: ‘’Me berê behsa rewşa Fellûcê kiribû. Lê ew nûçeya hin kes hatibin girtin, min ew raporte nedîtiye. Lê em pir nîgeran in ku hemwelatiyên sivîl li Fellûce û navçeyên derdora wê bibne armanca îşkence, zilm û kuştinê.’’
Li gor girteyên videoyî hatine belav kirin, çekdarên milîsên Heşdî Şeibî ku Şîe ne, piştî rizgarkirina çend navçeyên Fellûcê û Diyala zilmê li hemwelatiyên Sunne dikin û di beşeke wê girteya videoyî de çekdarên Şîe hemwelatiyên Sunne bi zindî di şewitînin.
Basnews
