• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî: Deriyê Rojava vekin!

Serok Barzanî: Deriyê Rojava vekin!
Berpirsê dosyeya Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hemîd Derbendî ji Rûdawê re got: "Aldar Xelîl ji me re got eger deriyê sînor bê vekirin, em amade ne çareseriyekê ji pirsgirêkên me ligel ENKSê re bibînin."

Deriyê sînorî yê Sêmalka ku demeke dirêj e ji ber nakokiyên navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) girtî bû, 8ê Hezîranê hate vekirin.

Derbendî got PDK û PYD ji bo vekirina deriyê Sêmalka tu peyman nedaniye. Lê PDK merc danîne pêşiya PYD ku heqê gumrikê ji kesî yan malî nestîne da ku xorak û derman bi erzanî bigihe destê hemwelatiyên li Rojavayê Kurdistanê.

Serok Barzanî got

Derbendî ragihand: "Serok Barzanî got xelkê Rojavayê Kurdistanê hejar e, û bi taybetî niha Remezan e, bila sînor bê vekirin.

Me ji PYDê re got em razî ne hemû kes hatûço li ser sînor bike û çi bixwaze bîne û bibe lê PYD qebûl nekir."

Li gorî zanyariyên Rûdawê dahata 6 mehî ya PYDê ji deriyê Sêmalka digihe 12 milyon dolarî.

Derbendî red dike vekirina derî li ser zexta aliyekî sêyem bûbe.

Talebanî çûbû Kobaniyê

Berpirsê Dezgeha Zanyarî û Parastinê ya Herêma Kurdistanê, Lahur Şêxcengî Talebanî 6ê Hezîranê çûbû bajarê Kobaniyê û rexne li girtîbûna wê demê ya deriyê Sêmalka kiribûn: "Şûna em destê arîkariyê dirêjî kurdên Rojava bikin, em hatine bi destê xwe sînor çêdikin di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de.

Ez bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ûjdana xwe aram bikin û dev ji vê zilmê berdin. Çimkî rehma dîrokê ji kesî re nîne."

Du roj piştî van gotinên Lahur Talebanî sînor vebû û wî got vekirina derî liser daxwaz û zexta YNKê bûye.

Lêbelê berpirsê dosyeya Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê gotinên Lahur Talebanî red kir û got: "Em kesekî bi navê Lahur Şêxcengî nanasin. Du heftî beriya ew wiha bibêje, 22ê Gulanê em ligel nûnerê PYDê, Aldar Xelîl li Pîşabûr civîyan û me pêkve biryar da derî bê vekirin."

Ji Washingtonê tweet

Vekirina derî ji aliyê Amerîkayê ve bi başî pêşwazî lê hatibû kirin.

Nûnerê taybet ê Serok Barack Obama, Brett McGurk li ser Twitterê gotibû: "Vekirina sînorê navbera Kurdistana Iraqê û Bakurê Sûriyê pêwîstiyeke girîng e ji bo arîkariya mirovî û bazirganiyê. Ser xêrê be."

Rudaw
Top