• Saturday, 21 February 2026
logo

Aliyên siyasî yên Kerkûkê: Kerkûk kirina Herêmek cuda xeta sor e

Aliyên siyasî yên Kerkûkê: Kerkûk kirina Herêmek cuda xeta sor e
Wek herêmekê cuda Kerkûk birêxistin kirin buye pirseke germ di navbera pêkhate û aliyên siyasî yên wê parêzgehê. Derbarê wê mijarê de polît bûroya YNKê di ragehandinê xwe de diyar dikin ku ew kar dikin li ser vegerandina Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê, lê parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ku di heman demê de endamê polît bûroya YNKê ye, hewlên xwe berdewam dike ku raya giştî li Kerkûkê ava bike û bi biryare li ser piroseya xwe ya Kerkûk kirina herêmeke serbixwe.

Aliyên siyasî yên Kurd jî bi tundî li dijî vê piroseyê ne û li gor wan naha dema wê yekê nîne ku kurd piroseyên waha pêşneyar bikin, ji ber ku divê kar ji bo vegerandina Kerkûkê ya ser bi Herêma Kurdistanê bê kirin.

PDK li gel vê yekê ye ku hemwelatiyên Kerkûkê biryara pêşeroja Kerkûkê bidin.

Endamê rêveberiya PDKê Dr. Mihemed Xurşîd li Kerkûkê ji BasNewsê re ragahend: ‘’Nêrîna PDKê ronî ye ku Kerkûk beşek nayê veqetandin ê Herêma Kurdistanê ye. Ev rewşa ku naha li Kerkûkê heye li gel me Kerkûk tenê ji aliyê îdarî ango rêvebirinê ve ser bi Herêma Kurdistanê ve nîne, eger na Kerkûk beşek ji Herêma Kurdistanê ye û nehatiye cudakirin. Ew pirsgirêk jî ku naha bangeşe bo tê kirin, Em wek PDKê li gor me tênegeheştin heye ji pêşneyarê.

Dr. Mihemed got: ‘’Li gor madeyên destura Iraqê madeya 117 heta 121ê hatiye diyar kirin ku çawa herêmek tê ava kirin û ew madeyane jî Kerkûkê nagre navxwe. Ji ber ku madeyeke taybet heye, wek madeya 140 a di derbarê Kerkûkê de ye ku bi nav jî hatiye kirin û diyar dike, divê hemwelatiyên Kerkûk nêrîn li ser vê pirsê bidin û bi rapirsiyê ev tişta bê zelal kirin. ji ber vê jî PDK li gel wê ye ku hemwelatiyên Kerkûkê biryar li ser pêşeroja Kerkûkê bidin, gelo Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê yan na. Rapirsiyê de jî çi encamek wê derbikeve, wê demê axaftin li ser wê bê kirin.

Li gor YNKê jî gotûbêjên li ser vê babetê, ji bo fikirandina pirsgirêkên serekî yên Kerkûkê ye.

Cîgirê berpirsê malbenda YNKê li Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd jî, ji BasNewsê re ragehand: ‘’Endamê polît bûroya YNKê bê pirose gotinên xwe kiriye û piştre jî polît bûroya YNK bi fermî bersiva vê mijarê daye û behs kiriye ku Kerkûk Kurdistaniye û Kerkûk beşeke ji Herêma Kurdistanê û em bi tu awayekê sazkariyeke nu li ser vê babetê nakin. Ji ber ku Kerkûk bi tenê milkê Kerkûkiyan nîne, milkê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em wek YNKê li ser vê babetê bi aşkerayî gotinên xwe me kirine û wek malbenda Kerkûkê ya YNKê li Kerkûkên em girêdayîne bi biryarên polît bûroya YNKê û li gor nêrîna me jî Kerkûk Kurdistanî ye û wê li ser Kurdistanê be, divê vegere ser Herêma Kurdistanê.

Partiya Şuî ango Komînistên Kurdistanê jî li Kerkûkê dibêjin pêwîste Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê. Ji ber ku Kurdan berê jî ji bo wê gelek xebat kiriye.

Endamê komîtey navendî yê partiya Komînîstên Kurdistanê li Kerkûkê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em wek partiya Komînîst dema ku kongreya xwe de jî emê bername û karên siyasî yên partiyê dema diyar bibe, li ser vê babetê jî nêrîna me li Kerkûk bajareke Kurdistaniye û divê Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê û bibe beşek ji Herêmê. Ji ber ku xebat û karên borî yên gelême, tekoşîna wî bo wê kiriye ku kurd bibe xwediyê xwe yê taybet, yan jî bibe xwediyê dewleta xwe ya serbixwe ya Kurdistanê. Mafê biryardana çarenivîsa xwe hebe û yekem pêngav ku kurd biryar li mafê çarenivîsa xwe bide, ew e ku Kerkûk vegere ser herêma Kurdistanê.

Komela Îslamî ya Kurdistanê jî li Kerkûkê dibêje, vegera Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê, nêrîna hemû partiyên siyasî yên li Kerkûkê ye û berê jî me qurbaniyên zêde daye ji bo vê babetê.

Heman demê de berpirsê malbenda Komela Îslamiya Kurdistanê li Kerkûkê Rêbar Sabîr ji BasNewsê re got: ‘’Em wek Komela Îslamî li gel wê de ne ku Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê û bi tu awayekê li gel wê yekê nînin Kerkûk bibe herêmeke cuda û serbixwe. Di civînên berpirsên yekem ên partiyên siyasî yên li Kerkûkê berî naha demekê li binkeyê Tevgera Gorran pêkhatin û nêrîna giştî partiyan jî Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê bû, lê di wê civînê de PDK tenê beşdar nebibû, lê nêrîna giştî berpirsên din ên partiyan li parêzgeha Kerkûkê di wê civînê de waha bû. Herwaha civînê de nûnerê YNKê jî got tiştê ku parêzgerê Kerkûkê dibêje nêrînên wî bixwe ne û wek partî em li gel wê de ne ku Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê.

Berpirsê malbenda Komela Îslamî yê Kerkûkê jî got: ‘’Em wek Komela Îslamî ne amadene ku biryara Kerkûk bê veqetandin ji Herêma Kurdistanê qebûl bikin. Ji ber ku me çend salan xebat kir, ji bo Kerkûk beşek neyê veqetandin ji Herêma Kurdistanê û ji bo wê jî me gelek qurbanî dan û nabe em di vê mijarê de bê deng bimînin.''

Basnews
Top