Demîrtaş: Altan Tan rê ya xwe şaş kirîye divê rê ya xwe bibîne.
Demîrtaş, beşdarî bernameya fitarê ya rêxistina partiya xwe ya Stenbolê bû gotinên Altan Tan yên "Siyaseta kurdî di rêya veqetandinê de ye" nirxandin.
Demîrtaş got, bêwijdaniye ku bê gotin di HDP'ê de nûnertiya kurdên misilman nîne ku di asta herî bilind de ew bixwe vê nûnertiyê dike û da zanîn, ji ber ku, bi hemû cudahiyên xwe bihev re ne bihêz in, û HDP tu carê nabe partiyeke olperest.
Demîrtaş da xuyakirin, gelek partiyên olperest û nijadperest hene û yên ku dixwazin dikarin herin wê derê siyasetê bikin û da zanîn, garantiya herî mezin ya misilmanan, bi bawermenidyên din re, jiyaneke azad û wekhev e.
Demirtaş da xuyakirin, di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de çi gotine, li ser gotinen xwe ne, lê kesên ku rêya xwe şaş kirine divê bibînin. Demîrtaş got, di demek ewqas zehmet de, bi rêya çapemeniyê rexne kirin ne li gorî ehlaqa siyasî û dîsîplîna partiyê ye
K24
