• Saturday, 21 February 2026
logo

PKK li Herêma Kurdistanê ji aliyê çekdarên Şîe vet ê pirçek kirin

PKK li Herêma Kurdistanê ji aliyê çekdarên Şîe vet ê pirçek kirin
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bi hemahingî ligel milîsên Şîe, çend yekîneyên leşkerî yên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) dadimezrîne û bi alîkariya wan jî xortan dişne nav rêzên çekdarên xwe.

Li gorî zaniyariyên BasNews Cemîl Bayik di meha borî de 4 caran ligel serkirdeyên leşkerî yên Milîsên Şîeyên Iraqê civiyaye û biryar daye ku çend yekîneyên PKKê yên leşkerî li parêzgeha Silêmaniyê û Helebce dabimezrîne û niha jî biryar ketiye ware cîbicî kirinê.

Çavkaniyekê taybet ji BasNews re ragehand: “Niha PKKê çend baregehên leşkerî li çend gund û bajarokên navçeya Seyid Sadiq ser bi Şarezor ve avakiriye û têde bêhtir ji 500 çekdarî rahênana leşkerî dike.”

Wê çavkaniyê got: “PKKê ji bilî anîna çekdarn bo nav axa Kurdistana Başûr, sînorê rêxistinên xwe jî bi şêweyekî berbiçav zêde kirye û hewldanên xwe dide jibo xortan bigşîne nav xwe, vê dawiyê 15 xort ji Beşder û 13 jî ji sînorê Şarezor tevlî xwe kirine ku temenê wan ji 13salan kêmtire.”

Çavkaniyê behsa wê yekê jî kiriye ku, Çekdarên PKKê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û Helebce ji aliyê Milîsên Şîe ve têne pirçek kirin û herwiha alîkariya darayî jî bi wan re tê kirin jibilî xwarin û alîkariya locistî.

Basnews
Top