Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş li bajarê Felluce û parêzgehên dinê Iraqê guftûgo kirin û şanda mîhvan Serok Barzanî ji planên Amerîka û hevpeymanan ya ji bo têkşikandina terorîstên Da'îş li cihên cûda cûdayên Iraq û Sûriye agahdar kir.
Her li vê civînê de di derbarê operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî Da'îş û çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa li piştî Da'îş danustandina bîr û ramanan kirin û her du alî li ser ewe hevrebûn ku pêwîste bi hurî qonaxa piştî Da'îş bê nirxandin û tekez jî li ser beşdariya pêkhatan ya li proseya azadkirina Musilê de kirin.
Li beşekî dinê civînê de hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên hevpeymanan bilind nirxandin û ronahî xistin li ser bi cîhkirina biryara Amerîka ya yarmetîdana darayî û hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Li vê civînê de hejmarek ji berpirsên emnî û serbazî û siyasiyên bilindên Herêma Kurdistanê amade bûn.
