• Saturday, 21 February 2026
logo

Li eniya Mexmûrê 200 kes xwe rasdetî Pêşmergeyan dikin

Li eniya Mexmûrê 200 kes xwe rasdetî Pêşmergeyan dikin
Li eniya Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê nêzîkî 200 kesên ji navçeya di bin desthilata DAIŞê de bi razîbûnên xwe, xwe radestî hêza Pêşmerge kirin.

Fermandarê Pêşmerge li eniya Mexmûrê Mihdî Yûnis ji K24ê re ragihand, nêzîkî 200 kesên ji navçeya di bin desthilata DAIŞê de bi xwe radestî hêza Pêşmerge kirin. Hemû malbat bûn û piraniya wan jin û zarok bûn. herwiha yek ji nava wan jî ji bernexweşiya xwe bi rê de canê xwe jidest da.

Bi nêzîkbûna destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê, xelkê navçeyên derûberê Mûsilê hewl didin, xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin. Di destpêka îsal û heta niha nêzîkî 5 hezar kes ji navçeyên di bin kontrola DAIŞê de reviyane û xwe gihandine çeperên Pêşmergeyan, ku niha jî li kampa Dîbege bicih bûne.

K24
Top