• Saturday, 21 February 2026
logo

Muqteda Sedir: Xwe vehsînin heta piştî meha Remezanê!

Muqteda Sedir: Xwe vehsînin heta piştî meha Remezanê!
Di nûtirîn daxuyanî de, Serokê Rewta Sedir Muqteda Sedir daxwaz ji xwepêşanderan kirk u xwe ji baregehên partiyan dûrbixin û di meha remezanê de xwe vehesînin, jibo ku piştî Remezanê xwepêşandanek milyonî encamp bidin.

Îro 11 Hizêranê, Muqteda Sedir daxuyaniyek belav kir û têde dibêje: “Ji baregehên partiyan dûr bikievin û xwe amade bikin jibo xwepêşandanek aştiyane û milyonî piştî meha Remezanê.”

Herwiha amaje bi wê yekê kiriye: “Şoreşa xwepêşanderan lidijî gendelî û çekdarên DAIŞê ye di heman demê de.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Destdirêjiya hikûmetê bo ser xwepêşanderan karekî nayê qebûl kirin, lê heger xwepêşanderan jî xwe ji karê aştiyane dûr kirin ji ber kiryarên Hikûmetê wê demê em kar nakin jibo bidawîbûna tundîtîjiyê.”

Basnews
Top