• Saturday, 21 February 2026
logo

‘Mala wezîrê berevaniyê Iraqê li Hewlêrê ye û rê nade çek bigehe Pêşmerge’

‘Mala wezîrê berevaniyê Iraqê li Hewlêrê ye û rê nade çek bigehe Pêşmerge’
Heyameke wezîrê berevaniyê yê Iraqê dest li ser hin çek û teqemeniya hêzên Pêşmerge de girtiye. Endameke kurd jî, di lijneya asayîş û berevaniyê de ku cîh digre aşkera kir, kes û karên wezîrê berevaniyê ji aliyê Pêşmerge ve tên parastin û li Hewlêrê ne, lê ew rê li pêş birêkirina çekên Pêşmerge digre.

Biryardarê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula ji BasNewsê re ragehand; wezîrê berevaniya Iraqê rê li pêş birêkirina çek û teqemeniya Pêşmerge digre û got: ‘’Razîbûna fermî û zagonî heye, ku 5 hezar ton çek û teqemeniya Pêşmerge bê dayîn. Lê wezîrê berevaniyê fermanê nade ku ew çek û teqemenî bê Kurdistanê.’’

Herwaha Şaxewan Ebdula got: ‘’Ew 5 hezar ton çek û teqemeniye ji pêkhateyên teqemeniyê yên cuda cuda pêktê, ku welatên derve ji bo Iraqê û Kurdistanê birêkirine û ew 5 hezar ton tenê beşa Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ye.’’

Şaxewan Ebdula got: ‘’Min li gel wezîrê berevaniyê axift, wî got çend karên rotini mane ez ê wan çek û teqemeniyan rêkim. Lê ew keseke direwker e. di çapemeniya Ereb de jî min êrîş bire ser, piştre bi telefone jî min gote wî eger tu kesekî bê alî û rast bî ez ê dest li kar berdim.’’

Wezîrê berevaniya Iraqê Xalid Ubeydî Sunneye û xelkê Mûsilê ye.

Şaxewan Ebdula got: ‘’Ew kese Sunne ye û xelkê Mûsilê ye. Kes û karên wî penaberin li Herêma Kurdistanê ne. Ew bixwe jî mala wî li Hewlêrê ye û Pêşmerge wan diparêze. Lê disa jî rê nade çek û teqemeniyên Pêşmerge bên birêkirin, ku Pêşmerge şer ê DAIŞê pê bike.’’

Ji aliyê din ve rayedarê wezareta Pêşmerge Enverê Hacî Osman jî ji BasNewsê re aşkera kir: ‘’Ez demeke dibêjim Bexda naxwaze Pêşmerge bi hêz bibe û xwedî çek û teqemenî be. Heta naxwazin hêzên hevpeyman jî alîkariyê bidin me. ‘’

Rayedarê wezareta Pêşmerge got, ew pir nîgeranin ku nêzîkatiyên wezareta berevaniya Iraqê û ji hêzên hevpeyman re jî ev yek gotine ku Iraq alîkariyên tên nade hêzên Pêşmerge û diyar kir: ‘’Hikûmeta Iraqê çek nade hêzên Pêşmerge. Ji ber vê jî di demên derbasbuyî de hindek caran me çek ji Heşdî Şeibî kirîn.’’

Basnesw
Top