Fîlîpîn û Kurdistan têkiliyên xwe bi hêz dikin
Mesrûr Barzanî li gel Organîzatorê balyozxaneya Fîlîpînê civiya.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Organîzatorê balyozxaneya Fîlîpîn ya li Îraqê Almer Catu û şandeke pê re kir û anî ziman ku gelek girînge têkiliyên dîplomatîkî, abûr, akademîkî û çandî di navbera Fîlîpîn û Kurdistanê de werin berfiretir kirin û hevkariya hêzên pêşmerge jî di şerê dijî terorîstên DIŞIê de were kirin.
Di civîna han de besa pêşrewiyên vê dawî yên hêzên pêşmerge ên li hember terorîstên DIŞIê li mihwera Rojhilatê Mûsilê hate kirin û ew yek bi serkeftineke mezin hatine wesifkirin û Catu di vê derbarê de li ser nav; Fîlîpînê spasiya hêzên pêşmerge kir û got: Em hertim û bi berdewamî gelek têştên baş ji gelê Kurd hîn dibin jiber ku Kurd di eniya pêşî ya şer de di şûna tevahiya cîhanê şerê dijî terorîstan dike û Fîlîpîn amadeye weke beşek ji şerê dijî terorîstên DIŞIê di warê perwerdehî de hevkariya hêzên pêşmerge bike.
Li hember de jî Mesrûr Barzanî spasiya şanda mêwan kir û eşkere kir ku lazime Fîlîpîn bi hevkarî kirina Kurdistanê rola xwe ya di şerê dijî DIŞIê de bilîze û got: DIŞI di destpêkê de li Îraqê serî hilda û li Sûriyayê jî bihêz bû û pişt re li seraserê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê jî xwe organîze kir û niha jî bûye metirsiyeke mezin ya cîhanî.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rewşa eniyên pêş ên şerê dijî DIŞIê kir û anî ziman ku hêzên pêşmerge karîne terorîstan neçar bikin paş ve bikêşin û erdnîgariyeke berfire ji destê terorîstan hatiye azadkirin lêbelê îmkan û derfetên hêzên pêşmerge ne di asta pêwîst dene.
Di berdewamiya civîna han de behsa berfiretir kirina têkiliyên dîplomatîkî, abûrî, çandî û akademîkî di navbera her du welatan de hate kirin û şanda mêwan tekez li ser vê yekê kir ku welatê wan di demeke nêz de nuneratiya xwe ya dîplomatîkî li Hewlêrê vedike.
