• Saturday, 21 February 2026
logo

Çavdêrî ya Maf ê Mirov: Vekolîn li gel Heşd a Şeibî, taqîkirine bo hikumet a Îraqê.

Çavdêrî ya Maf ê Mirov: Vekolîn li gel Heşd a Şeibî, taqîkirine bo hikumet a Îraqê.
Rêkxistî ya Hiyûman Rayts Woç ragehand: Vekolîn li gel milîşîya yên Heşd a Şeibî ji alî yê hikumet a Îraqê ve, bi eger a wan pêşêlkarî yên encamdane beranber xelk ên sivîl ên Felûce, taqîkirinek a giringe a desthilat a Îraqêye, ka erê hikumet dikare milîşîya yên Şîe siza bide yan na?

Ev rêkxistî di raportekê de daxwaz ji desthilatdar ên Îraqê kirîye ku pêdivîye bi zûtirîn dem vekolînê li gel milîşîya yê Şîe bike û pirose ya vekolînan jî zelal û yeksan be.

Di dem a heftîyekê de çendîn raport hatîne belavkirin ku behs a pêşêlakarî yên Heşd a Şeibî dikin beranber bi danîşvan ên bajarok ê Felûce ew ên ji dest ên Çekdar ên Daişê revîyane.

Co Stok, berpirs ê pişk a rojhilat a navîn li Rêkxistî ya Hiyûman Rayts Woç, li ser evê yekê dibêje: Divê hikumet a Îraqê pirose ya vekolînê li gel ewan milîşîya yên Şîe bike hêmayek bo çespandin a desthilat a xwe bi ser wan girûpan re.

K24
Top