• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Londonê otomobîleke bombekirî hat teqandin

Li Londonê otomobîleke bombekirî hat teqandin
Li paytexta Birîtanya bajarê Londonê otomobîleke bombekirî li nêzîkî balyozxaneya Îsraîlê hat teqandin.

Li gorî zanyariyên, duh çarşemî 8ê Hezîran a 2016, li cadeya Kensington High Street a bajarê Londonê otomobîleke bombekirî hat dîtin.

Hat zanîn, ku hêzên polîs ên Birîtanya li cadeya Kensington High Street a Londonê guman li otomobîlekê dikin û şik dibin ku bombe tê de be.

Hêzên polîs li ser vê gumanê bo dema nîv saetî hatinûçûnê didin rawestandin û dest bi pişkinînê dikin.

Li gorî zanyariyan, piştî ku polîsan bombe di nav otomobîlê de dît, bi awayekê kontrolkirî ew bombe teqandin.

Cihê ku otomobîla bombekirî lê hatiye dîtin, nêzîkî Balyozxaneya Îsraîlê ya li Londonê ye.

Hêzên polîs derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Rudaw
Top