Artêşa Fransayê li Rojavayê ye!
Fransayê ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji aliyê asmanî ve alîkariya hevpeymaniya navdewletî dikir, gaveke din jî avêt.
AFPê li ser zarê berpirseke ji Wezareta berevaniya Fransayê ragihand, Hêzên Taybet ên Fransayê ji bo rawejkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku serkişiya vê Hêzên Parastina Gel (YPG) dike, li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bicî bûne.
Piştî êrişa li Parîsê ku di encamê de 132 kesan jiyana xwe ji dest danûn, 150 leşkerên xwe şandibû Herêma Kurdistanê.
Wezirê Berevaniya Fransatê Jean-Yves Le Drian hefteya borî ragihandibû leşkerên welatî li Minbicê piştgiriya HSDê dike.
Rudaw
