Lijna berhingarbûna qeyrana darayî û civata wezîran kombû
Li gorî zanyarîyan, îro serê sibê lijneya bilinda berhingarbûna qeyrana darayî kombû, ku ji serok wezîrên herêmê û cîgirê wî û hersê wezaretên darayî û plandanan û samanên siruştî pêk dihat, ku têda behsa berdewamîya dana mûçeyên fermanberan û karîgerîya qeyrana darayî û zêdekirina berhemê navxwe kirin bi taybet jî, dahatê navxwe yê parêzgeha Silêmanîyê, ku bo çendîn mehane, negihiştîye Hewlêrê.
Her îro piştî kombûna lijneya bilinda berhingarbûna qeyrana darayî, civata wezîrên herêma Kurdistanê bi serokayetîya Nêçîrvan Barzanî serokê civatê û cîgirê wî Qubad Talebanî, kombûna xwe ya asayî kir û têda, karên civatê û babetên girêdayî jîyara welatîyan gotubêj kirin.
War.tv
