• Saturday, 21 February 2026
logo

‘Nabe Tirkiyê bibe endamê YE’yê'

‘Nabe Tirkiyê bibe endamê YE’yê'
Piştî ku Serokwezîrê Îngiltereyê David Cameron derbarê endamtiya Tirkiyê ya YE’yê de daxuyanî da, niha jî Wezîrê Darayî yê heman welatî George Osborne got; heta ku ez sax bim Tirkiye wê nebe endamê YE’yê.

Wezîrê Îngilîz, George Osborne, li ser nîqaşên derbarê veqetandina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê (YE) û endamtiya Tirkiyê de nêrînên xwe anî ziman. Osborne, li dij wan nêrînan derket ku dibêjin, ‘heke Tirkiye bibe endam wê koçberî zêdetir bibe' û got ku Tirkiye nabe endamê YE’yê.

Osborne di bernameya televizyona BBCyê de axivî û wiha diyar kir; Heta ku ez sax bim wê Tirkiye nebe endamê YE’yê. Kesên ku dixwazin Îngiltere ji YE’yê derkevein, dibêjin ku dema Tirkiye bibe endam wê hejmara penaberan zêdetir bibe.

Heman kes David Cameron û George Osborne bi wî tiştî tometbar dikin ku nikarin herikîna penaberan bixin bin kontrolê.

Li Îngîltereyê wê di 23ê Hezîranê de referandum derbarê endamtiya YE’yê de bê çêkirin. Li gor lêkolînên hatine çêkirin kesên ku dixwazin endamtî berdewam bike û yên ku dixwazin bidawî bibe nêzîkî hev in.

Basnews
Top