Şerwanên HSDê ketin nava Minbicê
Li gorî zaniyariyên destpêkê îro hêzên ser bi hêzên Sûriyaya demokrat di berdewamiya operasiyonên xwe yên bo azad kirina Minbicê de çend gundên din azad kirine û bi vê rengî hijmara gundên ku heta niha hatina azad kirina gehêştiye 70 gundan.
Ji aliyeke din ve jî jêderên herêmî diyar kirin ku ji aliyên Bakûr û Rojhilat ve hêzên ser bi HSDê ketine nava bajarê Minbicê û hin taxên vê bajarê kontrol kirine.
