Di teqîna Mêrdîn de 4 kuştî 34 birîndar hene
Teqîn li dehma Rêvebiriya Emniyeta Midyadê, dora saet 11an çêbû. Avahiya emniyetê zirareke mezin dît.
Serokwezîrê Tirkiyê, Binali Yildirim aşkera kir ku heta niha 2 sivîl, 2 jî polîs 4 kuştî û 34 birîndar hene.
Piştî teqînê di navbera endamên PKK û hêzên Dewleta Tirk de şer derket.
Ji gelek deverên derdorê ambulans û bêhtir hêza polîs û leşkerî hatine şandin.
Midyad dikeve 70 kîlometreyî rojhilatê bajarê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê.
Rudaw
