Amerîka hêzên mesîhî perwerde dike
Di vê derbarê de jêderekî mesîhî ji hêzên mesîhî yên pasewanên deşta Neynewayê diyar kir ku, li ser xwesteka welatiyên mesîhî yên nîştecîhên deşta Neynewayê hêzeke leşkerî bo parastina deşta Neynewayê û şerê dijî terorîstên DIŞIê hatiye damezrandin.
Jêderê han diyar kir ku ew hêza ku ew çend roje hatiye damezrandin ji aliyê hêzên leşkerî yên Amerîkayê ve tên perwerdekirin û herwiha hikûmeta Amerîkayê jî biryar daye daku çek û cebelxaneyan bide wan hêzan.
Hêjayê gotinêye ku hêzeke din ya mesîhiyan heye ku ser bi wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê ye û niha li gel hêzên pêşmerge li deşta Neynewayê şerê dijî terorîstên DIŞIê dike.
