• Saturday, 21 February 2026
logo

Esad: Heleb dê bibe goristana xeyalên Erdoğan

Esad: Heleb dê bibe goristana xeyalên Erdoğan
Serokê dewleta Sûriyê Beşar Esad piştî hilbijartinên 13’ê Nîsanê li parlamentoya nû yekem car axivî.

Serokê Sûriyê Beşar Esad di axaftina xwe de amaje bi birêveçûna hilbijartinên giştî li Sûriyê kir û anî ziman ku rêjeya bilind a beşdarbûna xelkê û herwiha hejmara zêde ya namzedan di hilbijartinan de bû sedema matmayîna hemû cîhanê.

Esad di dirêjiya axaftina xwe de li ser destwerdana Tirkiyê li ser karû û barên Sûriyê got, “rejîma faşîst a Erdoğan, bala xwe daye ser bajarê Helebê. Erdoğan, bo projeya dawî ya Îxwan Muslimîn (Birayên Musliman) hêviya herî dawî ye. Heleb dê bo wan hêvî û xeyalên Edoğan bibe goristan.”

Serokê Sûriyê herwiha got, “Êrişên terorîstî nikarin zirarên bigihînin yekîtiya axa Sûriyê. Li Sûriyê cudahiya mezheban mir. Êrişên terorîstî nikarin Sûriyê parçe bikin.”

Basnwes
Top