• Saturday, 21 February 2026
logo

Rûsya: Bê PYDê nabe!

Rûsya: Bê PYDê nabe!
Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY), Vitaly Churkin ji Yekîtiya Ewropayê dixwaze beşdarbûna PYD li giftûgoyên aştiyê bi Tirkiyê bidin qebûlkirin.

Di civîna roja Duşemê ya Encûmena Asayîşê ya NYê liser rewşa ewlehiya Ewrûpayê, Churkin got ku beşdariya Kurdan li giftûgoyên aştiya Sûriyê girîng e.

Churkin wiha axivî: "Pêwîst Kurdên ji Partiya Yekîtiya Demokratîk jî têde, hemû aliyên dijbereya Sûriyê beşdar bin. Lê Tirkiyê rêgir e li vê yekê. Ez bawer im hevpişkên me yên Ewropî dikarin bandora xwe bikar bînin da ku vê siyaseta xweperest û xiraker a Enqereyê biguherîne."

Daxwaza Churkin di demekê de tê ku nûnerê NY ji bo karûbarê Sûriyê, Staffan de Mistura hewl dide giftûgoyên nû yên aştiyê di navbera aliyên şerê navxweyî yê Sûriyê de bide destpêkirin.

Tirkî ji destpêkê vê li dijiyê ye PYD û rêvebiriya xweseriya wê ragihandî liser navê Kurd beşdarî giftûgoyan bibin.

Ji aliyê xwe ve, Nûnera Bala ya Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya YEyê, Federica Mogherini di civîna çapemeniyê ya piştî civîna NYyê got divê hemû alî ji de Mistura re hevkar bin da ku karibe pêvajoya aştiya Sûriyê bide destpêkirin.

Mogherini liser pirsa peyamnêrê Rûdawê got: "Em digel hemû aliyan hewl didin, bandora xwe bikar tînin ku piştevaniya pêvajoya aştiyê bikin. Min bixwe şandeyeke Îtilafa Sûrî dît, ku beşekî girîng ê dijbereya Sûriyê ne. Nûnerekî Kurd jî têde hebû."

Digel vê yekê Mogherini westana xwe liser beşdariya PYD li giftûgoyan diyar nekir.

Herçendî Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) û YE ne li dijî wê ne PYD beşdarî giftûgoyên aştiyê bibe jî, ji ber gazinc û astengiyên Tirkiyê ew bêdeng dimînin.

Rudaw
Top