• Saturday, 21 February 2026
logo

Tola şehîd Ebû Leyla - YPGê 8 gundên Minbicê rizgar kir

Tola şehîd Ebû Leyla - YPGê 8 gundên Minbicê rizgar kir
Di berdewamiya operasyona rizgarkirina Minbicê de, şervanên YPGê û HSDê 8 gundên din ên Minbicê ji destê DAIŞê derxistin û ji navenda bajarê Minbicê nêzîktir bûn.

Operasyona rizgarkirina Minbicê ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û bi piştevaniya Ameîrka dest kiriye, îro sêşemî di heftemîn roja xwe de berdewam bû.

Li gorî medyaya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şervanên HSDê ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di nav de hêza sereke ye, di heftemîn roja operasyonê de pêşketinên berçav bi dest xistine û karîne 8 gundên din ên derdora bajarê Minbicê ji destê çekdarên DAIŞê derxînin û rizgar bikin.

Navê operasyona rizgarkirina Minbicê ji bo rêzgirtin li fermandeyê şehîd ê HSDê, bi Operasyona Ebû Leyla hatiye guhertin.

Şervanên YPGê û HSDê li du eniyên Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê li ser pêşketinên xwe berdewam in.

Hat ragihandin, li milê Bendava Tişrînê, şervanan karîne her du gundên Feres El-Kerbîr û El-Muhdîsê ku dikevin 7 kîlometriya rojavayê bajarê Minbicê kontrol kirin.

Herwiha li eniya Pira Qereqozaqê jî gundên El-Biwêr, Bor Kîc û gundikek ku 9 km dûrî bajarê Minbicê ne, herwiha gundê Cib El-Kelb ku 2 km li bakûrê riya Reqa-Qereqozaqê ye, ji aliyê şervanên YPGê û HSDê ve hatin rizgarkirin.

Li gorî medyaya PYDê, di şer û pevçûnên li wan gundan de, 26 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Di navbera her du baskên operasyonên de tenê 39 km maye

Ji aliyekê din ve hat gotin, ku şervan hewl didin ji her du çeperên Bendava Tişrîn û Qereqozaq herêma di navbera xwe de ku firehiya wê 39 km dibe, ji çekdarên DAIŞê paqij bikin. ji çeteyan paqij bikin.

Di vê çarçoveyê de, şervanên YPGê û HSDê êvariya sêşemî 7ê Hezîranê 2 gundên din ji destê DAIŞê derxistin.

Li gorî zanyariyên, gundê Mihtiriq El-Zexîr ku 8 km li başûrê Minbicê dûr e û gundê Xirbit Bişar ku 11km li bakurê Bendava Tişrînê dûr e, ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin.

Rudaw
Top