Deriyê Pêşxabûr-Sêmalka vebû
Rêveberê deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka, Şewket Berbiharî ji BasNewsê re got, piştî ku hikûmeta Kurdistanê biryara vekirina deriyê Sêmalka da, derî îro vebû û dest bi hinartina kelûmel û pêdiviyên jiyanê bo Rojava hat kirin.
Şewket Berbiharî da zanîn ku gurmik ji wan bazirgan û kesên ku tiştan dibin Rojava, nayê standin û got, divê li aliyê Rojava jî gumrik neyê standin da ku nirxa tiştan giran nebe û welatî ziyanê nebînin.
Basnews
