Herêma Kurdistanê ti bacaeyan li ser xalên sînorê Kurdistana Rojava nahêle
Berpirsê doseya Sûriyê – Rojava di Serokatiya Herêma Kurdistanê de Hemîd Derbendî ragehand ku, jibo zêdekirina alîkariyan jibo xelkê Rojavayê Kurdistanê, me biryar da ku ti bacek gumrikî li herdû aliyên sînorê Başûr û Rojava nemîne, jibo ku hemû kelûpel bi arzanî bighên dest xelkên hejar.
Ji destpêka şoreşa Sûriyê û derketina aloziyan li wî welatî, piştre jî dema ku DAIŞê çend dever û bajar li wî welatê dagîr kirin xelkê Sûriyê bi giştî û xelkî Rojava bitaybet rastî kêmbûna xwarin û pêdawîstiyên rojnae bûn.
Basnews
