Demirtaş: Cemîl Bayîk ne di meqamê çareserkirinê de ye!
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş îro sêşemî 7ê Hezîranê li navenda navçeya Yenîşehir a girêdayî Amedê di merasîma vekirina avahiya nû ya zixmetê ya Şaredariya Yenîşehirê de amade bû.
Selahattin Demirtaş di merasîmê de axavtinek kir û tê de amaje bi teqîna îro ya li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê kir, ku di encamê de 7 polîs û 4 welatiyên sivîl hatin kuştin, û ew teqîn şermezar kir.
Demirtaş bang li serokên partiyên di Parlamentoya Tirkiyê de kir û daxwaza ji wan kir, ku destê xwe bidin hev û berî her tiştî xwîna ku dirije, bisekinînin û çekan bêdeng bikin.
Demirtaş wiha got: “Em dest bidin destê hev. Berî her tiştî, xwîna ku dirije, çekan em bêdeng bikin. 2 mehan em rûnin, 3 mehan em rûnin, eger em serkevtî nebûn, em hemû bi hev re îstîfa bikin.”
Hevserokê HDPê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya piştî teqîna îro ya Stenbolê nirxand û got: “Piştî êrişa bombeya ya îro, daxuyaniya Serokomar îbret bû. Dibêje, ew bûyer dê heta qiyametê çê bibin. Behsa Habîl û Qabîl dike, dibêje hebûn û dê heta qiyametê jî hebin. Îro ku li welat bombe diteqin û mirovên me tên kuştin, sedema wê ev zihniyet e.”
PKK mirovan dikuje, lê…
Demirtaş amaje bi teqîna îro ya bombeyê li Stenbolê kir û ragihand, teqandina bombeyan li Gever, Cizîr û Sûrê jî di heman asta berpirsatiya siyasî de ye.
Demirtaş behsa aliyê berpirsyar bo çareserkirina pevçûn û aloziyan kir û destnîşan kir, Hevserokên Koma Civakên Kurdistanê, Cemîl Bayîk û Besê Hozat ne di meqamê berpirsatiya çareserkirinê de ne û da zanîn, ku berpirsatiya çareserkirina aloziyan di stuyê wê partiyê de ye, ku di hilbijartinan de hatiye ser desthilatê.
Hevseorkê HDPê bi gotina, çima pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, çima şer û tundîtîjî nayê çareserkirin, ew yek jî ragihand: “Me halê wê yekê nîne em vegerin PKKê.”
Demirtaş di berdewamiya axavtinên xwe de wiha got:
“Eger em vegerin jî, desthilatdar bibin ew, ew dewletê birêve bibin, arîşe nîne. Eger hûn wisa dibêjin, arîşe nîne. Lê belê, li aliyekê hûn dibêjin rêxistina terorê, li aliyekê din jî hûn dibêji em wek muxateb wernagirin. Hemû berpirsatiyên şer jî li ser milê hikûmeta hilbijartî radikin û dixin stuyê PKKê.
Temam, PKK rêxistinek tundûtîj e, çekan bi kar tîne, şer dike, mirovan dikuje. Temam, berpirsatî nîne? Heye, helbet heye. Baş e, di hilbijartinên 7ê Hezîranê de PKKê beşdar bû? Di hilbijartinên 1ê Mijdarê de PKK beşdar bû? Emê aştiyê bînin welat, emê muzakereyê bikin û em dê deriyên gotûbêjan vekin, gelo di kempînên hilbijartinan de PKKê ew soz dan yan we? Gelo destûra nû dê PKK amade bike yan hûn dê amade bikin? Êdî pêwîst e ew durûtî dawî pê bê anîn.”
Rudaw
