• Saturday, 21 February 2026
logo

Wezîrên kurd vegeriyan Bexdayê

Wezîrên kurd vegeriyan Bexdayê
Her sê wezîrên kurd ên di kabîneya Ebadî de cîh digirtin vegeriyane Bexdayê û beşdarê rûniştina îro ya encûmena wezîrên federal a Iraqê bûn.

Li gor ragehandina serokê encûmena wezîran, îro rûniştina asayî ya encûmenê di serokatiya serokwezîr Heyder Ebadî de pêkhatiye.

Herwek di wêne de jî diyare, sê wezîrên kurd Hoşyar Zêbarî, Firyad Rewandûzî û Casim Mihemed, beşdarî rûniştina îro ya encûmena wezîran kirin.

Berî naha ji ber bûyerên 30 nîsana derbasbûyî, parlamenter û wezîrên kurd wek nerazîbûnekê li hember sivik kirina parlamentoyê û parlamenteran, ji Bexdayî vegeriyabûn Herêma Kurdistanê.

Basnews
Top